Li Îranê ji ber tevdîrên Kovîd-19ê çarşî û bazar girtî ne

Li Îranê ji ber tevdîrên Kovîd-19ê çarşî û bazar girtî ne

Li Îranê ji destpêka nexweşiya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) vir da ji ber astengan çarşî û bazar girtî ne, esnaf guh dide tevdîran.

Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Vîrusa Koronayê ya ku Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê seroktiya wê dike ji bo pêşîlêbirîna vîrusê biryarên anstengan dabû û astengê hetanî roja şemiyê li welêt dewam bikin.

- Li "herêmên sor" dema astengan qasî heftekê hat dirêjkirin

Li welêt di 21ê mijdarê da li 160 bajar û navçeyên "rîska zêde" 20 bajar û navçeyên "rîska navîn" û 80 bajar û navçeyên "rîska kêm" ji bo 15 rojan biryara astengan hatibû dayîn. Berê hatibû diyarkirin ku qedexeyê di 5ê berfanbarê da bi dawî bibe lêbelê ji bo herêmê sor qasî hefteyekê hat dirêjkirin.

Di çarçoveya astengan da xêncî firin, market, qesab, sebzefiroş, nexweşxane, dermanxane û karxaneyên zarûrî hemû saziyên din hatin girtin. Seyaheta nav bajaran jî qedexe ye.

- Tevdîr li gor yên berê zêde tesîrdar in

Li Tehranê tê dîtin ku tesîra tevdîran ji yên berê zêdetir e û esnaf guh dide qedexeyan. Di rojên karantînayê da kolanên Tehranê, meydan û çarşî sihêl man.

Li Bazara Mezin a Tehranêba navenda bazirganiya paytextê welêt dikanê hetanî 5ê berfanbarê girtî bimînin. Xêncî Bazara Mezin li çarşî û bazarên Tehranê jî esnafan dikanên xwe girtin, kûçe û kolan vala man.

- Hikûmetê kontrol û ceza zêde kirin

Di qedexeyên berê da hikûmet rexne dikirin ku di pêkanîna tevdîran û kontrola wan da zêde bala xwe ande ser, lêbelê vê carê tê dîtin ku hikûmet kontrola qeyîn dike.

Kesên bi wesayîtên xwe ji bajaran pîlaqeya wan lê qeydkirî ne derkevin ew ê ceza bixwin. Heke wesayît têkevin herêmên sor ên hatina wan qedexe ye jî ew ê milyonek tumen (300 TL), heke têkevin herêmê tutik 500 tumen (150 TL) ceza bixwin.

Di çarçoveya qedexeyan da di navbera saet 21.00 - 04.00an da derkatina rê ya wesayîtan qedexe ye. Kesên qedexeyê binpê bikin ew ê milyonek tumen (300 TL) ceza bixwin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE