Li Îranê ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hejmara miriyan di 24 saetan da 72 zêde bû û derkete 8 hezar û 291an.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû 72 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 8 hezar û 291an.
Cîhanpur diyar kir 2 hezar û 364 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 171 hezar û 789an.
Kiyanuş Cîhanpur destnîşan kir ku rewşa 2 hezar û 596 kesan giran e û got ku hejmara kesên baş bûne jî 134 hezar û 349 e.
Wek mayîn Cîhanpur diyar kir heta niha milyonek û 84 hezar û 857 testên Kovîd-19ê hatine kirin, ew rojê 25 hezar testan dikin ku ev jî rekor e.
- "Nexweşî kêm dibe"
Cîhanpur got eyaleta Huzistanê ya li ser sînorê Iraqê wek "herêma sor" hat îlankirin, ji bilî wê eyaletên Hurmuzgan û Kurdistanê jî eyaletên bitalûke ne.
Cîhanpur anî ziman wek li dinyayê rewş asayî bû, li Îranê jî rewş asayî bû û hejmara pêketiyan zêde bû û wiha dewam kir: "Di Kovîd-19yê da me xala lûtkeyê derbas kir, em niha dadikevin û nexweşî kêm dibe. Di pêla ewil da me lûtkeyê derbas kir. Di rewşa normalbûnê da zêdebûna hejmarê normal e. Hejmara kesên di nexweşxaneyê û beşa nexweşiyên giran da radizên kêm bû."
Li Îranê di serê gulanê da hejmara waqieyan a rojane hetanî 800î daketibû. Piştî rabûna qedexeyan hejmar dîsa zêde bû.
Li Îranê di 19ê sibatê da li Qûmê nexweşê ewil hatibû tesbîtkirin.
AA