Li Îranê ji bo stoqkaran hişyariya "îdam"ê

Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Yekîtiya Baroyên Îranê Mehdî Huccetî hişyarî da û diyar kir, kesên ku zêdebûna dolar ji xwe ra dikin firsend û stoqê dikin, dibe ku bên îdamkirin.

Li Îranê ji bo stoqkaran hişyariya "îdam"ê

Endamê Lijneya Rêvebirinê ya Yekîtiya Baroyên Îranê Mehdî Huccetî hişyarî da û diyar kir, kesên ku zêdebûna dolar ji xwe ra dikin firsend û stoqê dikin, dibe ku bên îdamkirin.

Huccetî der heqê kesên di şert û mercên krîza aboriyê da bi hinceta ku stoqkarî kirine û der heqê wan da lêpirsîn hatiye vekirin da daxuyanî da çapemeniyê.

Huccetî diyar kir ku stoqkar wê herî kêm ji 5 salan heta 20 salan bi cezayê hebsê va werin darizandin.

Huccetî hişyarî da û got dibe ku stoqkar werin îdamkirin jî û wiha dewam kir: "Heke erzaq an jî madeyên sereke bi armanca ku derbeyê li dewletê bixe hatibin embarkirin, bersûc wê bi derxistina fesada ser rûyê erdê va werin sûcdar kirin û werin îdamkirin."

Ji ber ku li Îranê bihayê dowîzê zêde bû, Amerîkayê ji aliyê aboriyê va welat tengav kir û li welêt krîza aboriyê derket, esnafan malên ku berê kirîne di depoyan da weşartin. Ew jî bû sedema zêdebûna bihayan.

Li bajarên Tehran, Tebrîz û Reyê gelek depoyên ku tê da alavên tenduristî, xida û paqijiyê hene, hatibûn tesbîtkirin û hêzên ewlehiyê dest dabûn ser wan malan û der heqê berpirsan da lêpirsîn dabûn destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 îlon 2018, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE