Li Îranê ji sedî 50 zem dan ser bihayê benzînê

Di daxuyaniya Şirketa Belavkirina Amûrên Petrolê ya Neteweyî ya Îranê da hat diyarkirin ku lîtreya benzîna ku dewletê subvanse dikir di mehê da hetanî 60 litreyî ji hezar tumenî (50 quriş) derxistin hezar û 500 tumenî (75 quriş).

Li Îranê ji sedî 50 zem dan ser bihayê benzînê

Li Îranê ji sedî 50 zem dan ser bihayê benzîna ku dewletê subvanse dikir.

Di daxuyaniya Şirketa Belavkirina Amûrên Petrolê ya Neteweyî ya Îranê da hat diyarkirin ku lîtreya benzîna ku dewletê subvanse dikir di mehê da hetanî 60 litreyî ji hezar tumenî (50 quriş) derxistin hezar û 500 tumenî (75 quriş).

Heke di nav mehê da ji 60 lîtreyî zêdetir benzîn were kirîn jî her lîtreya benzînê ya ji vê zêdetir ew ê bibe 3 hezar tumen (1,5 lire).

Mihemed Baqir Nobahtê Serokê Saziya Pîlan û Budçeyê û Alîkarê Serokomar diyar kir ku ew ê bi dahata ji zemê were bidestxistin va alîkariyê bidin 18 milyon malbatên tengasiyê dikişînin.

Îran ji welatên herî zêde xwediyê rezerva petrolê ye û dewlet ji bo wesayîtekê hetanî 60 lîtreyî bihayê benzînê subvanse dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Mijdar 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE