Li Îranê 87 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara miriyan derket 5 hezar û 118an, jimara kesên ku vîrus kişiya wan jî derket 82 hezar û 211an.
Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 87 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 5 hezar û 118an, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 1343 zêde bû û derket 82 hezar û 211an.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 3 hezar û 456 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, 57 hezar û 23 kes jî qenc bûne.
Li Îranê Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.
AA