Li gor têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanûş Cîhanpûr diyar kir, li tevahiya welêt 64 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin.
Cîhanpûr daxuyand, bi tevahî jimara miriyan derket 7 hezar û 942yan, jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî 3 hezar û 117 kes zêde bû û derket 157 hezar û 562yan.
Cîhanpûr destnîşan kir, rewşa 2 hezar û 565 kesên ku vîrus kişiyaye wan giran e, heta niha 123 hezar û 77 kes jî qenc bûne.
Cîhanpûr got ku li eyaletên Îsfehan, Azerbeycana Rojhilat , Kurdistan, Kirmanşah, Hurmuzgan û Buşehrê rîska Kovîd-19ê zêde ye.
Li Îranê waqieya ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin.
AA