Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 11 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 54yan.
Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel yê Wezareta Tenduristiya Îranê destnîşan kir li welêt ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 11 kesên din jî mirin û ji duh vir va di 385 kesên nû da ev nexweşî hat tespîtkirin.
Cîhanpur di daxuyaniya çapemeniyê da diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derket 54an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derket 978an.
Cîhanpur got kesên bi vîrusê ketine herî zêde li eyaletên Tehran, Qum, Merkezî û Gilanê hene.
Rayedarê Îranî anî ziman rewş cidî ye, li eyaletan hejmar zêde dibe û hişyarî da welatiyan ku ew rêwîtiyê nekin û bi taybetî jî neçin eyaletên bakur Gîlan û Mazenderanê.
Herî dawîn Cîhanpur got 75 kes ji ber vê nexweşiyê tedawî bûne û hatine taburcîkirin.
AA