Li Îranê jimara kesên ku ji koronavîrusê mirin derket 8an

Li welêt di 15 kesên din da jî koronavîrus hat tesbîtkirin

Li Îranê jimara kesên ku ji koronavîrusê mirin derket 8an

Berpirsê Têkiliyên Gel ê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanûş Cîhanpur diyar kir, li welêt jimara kesên ku ji koronavîrusa nû (Kovîd-19) mirin, derket 8an.

Cîhanpur daxuyanî da têlevîzyona dewletê ya Îranê û diyar kir ku li welêt di 15 kesên din da jî koronavîrus hat tesbîtkirin, jimara kesên ku vîrus kişiyanê derket 8an.

Cîhanpur diyar kir, ji 15 kesên ku vîrus di wan da hatin tesbîtkirin, 7 jê li Qûmê, 4 jê li Tehranê, 2 jê li Gilanê, yek li Merkeziyê û yek jî li eyaleta Mazenderanê ye.

A

Dîroka nûkirinê: 01 Adar 2020, 15:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE