Li Îranê kovîd-19: heta niha 5 hezar û 574 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 93 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 5 hezar û 574 kesan.

Li Îranê kovîd-19: heta niha 5 hezar û 574 kes mirin

Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) 93 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 5 hezar û 574 kesan.

Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê di weşana zindî ya televizyona dewletê da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 93 kesên din jî mirin û di 1168 kesên teze da nexweşî hat tesbîtkirin.

Cîhanpur destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 5 hezar û 574 kesan, hejmara nexweşan jî derket 88 hezar û 194an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku rewşa 3 hezar û 121 kesî krîtîk e, hetanî nika 66 hezar û 596 kes rind bûn û çûn malên xwe.

Cîhanpur got ku hetanî nika 399 hezar û 027 test li welêt hatin kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE