Li Îranê nexweşekî 100 salî yê bi vîrusa koronayê ket, baş bû

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Elburzê daxuyand mêrikekî 100 salî yê ku bi şewba vîrusa koronayê ketibû li Nexweşxaneya Sarallahê tedawî bû û baş bû.

Li Îranê nexweşekî 100 salî yê bi vîrusa koronayê ket, baş bû

 Li Elburza eyaleta Îranê mêrikekî 100 salî yê ku bi şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketibû piştî hat tedawîkirin baş bû û ji nexweşxaneyê derket.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranî (ISNA), Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Elburzê daxuyand mêrikekî 100 salî yê ku bi şewba vîrusa koronayê ketibû li Nexweşxaneya Sarallahê tedawî bû û baş bû.

Der barê nasname û tedawiya nexweş da berfirehî agahî nehat dayîn, lê hat gotin ev kesê herî temendirêj e ku li eyaleta Elburzê vê şewbê ketiye.

Li Îranê demek berê jî du nexweşên 102 û 106 salî bi Kovîd-19ê ketibûn û paşê baş bûbûn.

Li Welêt cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qumê vîrusa koronayê hatibû dîtin.

Ji duh vir va li Îranê 3 hezar û 993 kes ji ber vîrusa koronayê mirin, 64 hezar û 586 kes jî bi vîrusê ketin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE