Li Îranê di qezaya trafîkê ya qewimî da 8 kes mirin.
Li gor xebera Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê di kîlometreya 48emîn a rêya Kum-Tehranê da otobusek qelibî û di bûyerê da 8 kes mirin û 36 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar ewilî li cihê bûyerê hatin dermankirin û paşê jî ber bi nexweşxaneyan va hatin birêkirin. Di nûçeya der barê qezayê da zêde agahî nehat dayîn.
Li Îranê di qezayên ji ber leza zêde û binpêkirina rê û rêgezên trafîkê pêk tên da salê nêzî 20 hezar mirov can didin.AA