Li çolwarê eyaleta Azerbeycana Rojava ya li bakurê rojavayê Îranê di navbera hêzên ewlehiyê û komeke çekdar da pevçûn derket û 3 mihafizên sînor hatin kuştin, 2 jê jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên di çapemeniya dewletê ya Îranê îro piştî nîvro li herêma sînor a girêdayî Azerbeycana Rojava di navbera komeke ku wekî "hêmanên çekdar ên dijî şoreşê" tên binavkirin û hêzên ewlehiyê da pevçûn derket.
Di pevçûnê da 2 serçawîşên binefser û eskerek bi tehavî 3 mihafizên sînor hatin kuştin û 2 mihafizên sînor jî birîndar bûn.
AA