Li Îranê pîrozbahiyên "Çarşema Sor": 3 mirî, 1101 birîndar

Li gor Ajansa Nûçeyan a Mehrê Xalidî der barê kesên ku heta niha di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da mirin û birîndar bûn da daxuyanî da.

Li Îranê pîrozbahiyên "Çarşema Sor": 3 mirî, 1101 birîndar

 Berdevkê Saziya Alîkariya Acil a Îranê Mucteba Xalidî diyar kir ku di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da jimara miriyan derket 3yan, jimara birîndaran derket 1101an.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Mehrê Xalidî der barê kesên ku heta niha di pîrozbahiyên "Çarşema Sor" da mirin û birîndar bûn da daxuyanî da.

Xalidî diyar kir, di pîrozbahiyan da 3 kes mirin, 1101 kes birîndar bûn, ji birîndaran talûkeya 166 kesan heye ku uzwên wan werin jêkirin, rîsk heye ku 416 birîndar jî êdî nebînin.

Berdevkê Saziya Alîkariya Acil a Îranê Xalidî duh bi şev daxuyanî da û diyar kiribû ku di pîrozbahiyan da 2 kes mirin, 330 kes birîndar bûn.

Li Îranê beriya Cejna Newrozê di çarşema dawîn a salê da pîrozbahiyên "Çarşema Sor" hene. Di van pîrozbahiyan da bi taybetî zarok û ciwan xwe ser agir ra davêjin, fîşengên hewayî tên avêtin û maytap tên şewitandin. Ev pîrozbahî li Îranê her sal dibe sedema mirin an jî birîndarbûna gelek kesan. Li Îranê teqwîma tavê ya Hîcrî tê bikaranîn û li gor vê teqwîmê li Îranê Newroz di 21ê adarê da dest pê dike, lê ji ber ku îsal sibatê 29 roj kişand, serê salê di 20ê adarê da dest pê dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE