Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî yê Îranê Huseyîn Zulfîqarî daxuyand, di çarçoveya tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li tevahiya welêt qedexeya seyahet û derketina ji eyaletan dest pê kir.
Zulfîqarî li paytext Tehranê civîna çapemeniyê li dar xist û der heqê qedexeya seyahet û ji eyaletan derketinê da agahî da.
Zulfîqarî daxuyand ku tenê ji bo kesên ku ji malên xwe dûr in destûr wê were dayîn ku vegerin mala xwe û wiha dewam kir, "Kesên ku dixwazin rêwîtiyê bikin, divê demildest vegerin malên xwe."
Zulfîqarî wiha got, "Wesayîtên ku guh nedin qedexeyê wê mehekê werin girêdan û li şofêran 500 hezar tumen ceza wê were birîn."
Zulfîqarî li ser sînordarkirina wesayîtên komî jî sekinî û wiha dewam kir: "Sînordarkirinên rêhesin, rêhewa û termînalên otobêsan jî wê dewam bikin."
Zulfîqarî destnîşan kir ku tenê market, manav û eczexane wê vekirî bimînin, esnafên ku guh nedin qedexeyê dikanên wan wê mehekê werin mohrkirin.
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî duh di Lijneya Wezîran da daxuyanî dabû û gotibû ku Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Koronayê ji bo sînordarkirinan biryar dan û plana ku hat amadekirin wê piştî nîvro têkeve rewacê.
Alîkarê Waliyê Tehranê Mihemed Taqîzade jî duh gotibû ku ji bilî wesayîtên ku neqla sotemeniyê dikin û wesayîtên alîkarî, xizmet, ewlehî û polêsan, çûyîn û dervayî eyaletê ya hemû wesayîtan hat qedexekirin.
AA