Li Îranê qeza: 21 mirî, 27 birîndar

Otobêsa rêwiyan li tankerekê qelibî û şewitî, di qezayê da 21 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.

Li Îranê qeza: 21 mirî, 27 birîndar

Li Îsfehana eyaleta Îranê di navbera bajarên Kaşan û Netenzê da qezaya trafîkê çêbû, jê 6 zarok 21 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.

Li gor nûçeya têlevizyona dewletê ya Îranê otobêsa di navbera Tehran-Kîrmanê da sefer dikir şev di navbera bajarên Kaşan û Netenzê da li tankereke mazotê qelibî û ji rê derket.

Hat ragihandin otobês şewitî, di qezayê da jê 6 zarok 21 kes mirin û 27 kes jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Kaşanê.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 îlon 2018, 14:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE