Li Îranê qirêjiya hewayê

Di nûçeyê da herwiha ew pêşniyaz jî hat kirin ku heger mecbûrî nebe bira kes dernekeve derva û nexweşên dil û pişikê jî bira zêde li derva nemînin.

Li Îranê qirêjiya hewayê

Li bajarê Meşhedê yê Îranê ji ber pileya zêde ya qirêjiya hewayê li dibistanên seretayî û navîn îro perwerde dan sekinandin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan Mehrê, ji ber ku li bajarê Meşhedê ku navenda eyaleta Rezewî Xoresanê ye, qirêjiya hewayê derket asta 140 mîkrogram/metrekûpî, dibistanên seretayî û navîn îro hatin tetîlkirin.

Di nûçeyê da herwiha ew pêşniyaz jî hat kirin ku heger mecbûrî nebe bira kes dernekeve derva û nexweşên dil û pişikê jî bira zêde li derva nemînin.

Di endeksa qalîteya hewayê da rêza amarên ku li gorî madeya partîkulê (PM10) di nava mêtrokûpek hewayê da tê kifşkirin, wiha ye: 

Navbera 0-50 "paqij" (kesk), 51-100 "navînî" (zer), 101-150 "hesas" (porteqalî), 151-200 "neqenc" (sor), 201-300 "xerab" (binefşî), 301-500 "xeternak" (qehweyî).AA

Dîroka nûkirinê: 29 Çile 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE