Li Îranê rojnamegerê muxalif Zem hat dardekirin

Wateya Amednewsê bi berfirehkirî "serwextkirin, têkoşîn, demokrasî" bû û di sala 2015an da ji ser Telegram a sepandina parvekirinên civakî bû dest bi weşanê kir. Ev hesabê ku bi nûçeyên li dijî rejimê derdiket pêş di demeke kurt da ji milyonekî zêdetir şopîner bi xwe va girê da lê piştî 2 salan hat girtin.

Li Îranê rojnamegerê muxalif Zem hat dardekirin

Li Îranê cezayê dardekirinê yê ku dabûn edîtorê malpera nûçeyan a Amednews a muxalifê rejimê Ruhullah Zem bi cî anîn.

Li gor nûçeya IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, Dadgeha Şoreşê der heqê Zem da biryara dardekirinê dabû û ew biryar ji alî Dadgeha Bilind va hat erêkirin û piştî vê jî îro serê sibehê Zem hat dardekirin.

Wateya Amednewsê bi berfirehkirî "serwextkirin, têkoşîn, demokrasî" bû û di sala 2015an da ji ser Telegram a sepandina parvekirinên civakî bû dest bi weşanê kir. Ev hesabê ku bi nûçeyên li dijî rejimê derdiket pêş di demeke kurt da ji milyonekî zêdetir şopîner bi xwe va girê da lê piştî 2 salan hat girtin.

Malpera nûçeyan a di bin edîtoriya Ruhullah Zem da weşanên xwe paşê ji ser Sedaimardom (Dengê gel)ê birêva bir. 

Li Îranê di Cotmeha 2019an da hat gotin ku bi hinceta "kar û barên li dijî rejimê birêva dibe" va Zem hat binçavkirin.

Dadgeha Şoreşê di meha hezîranê da bi sûcê "li ser rûyê erdê fesadiyê derdixe" biryara dardekirina Zem da.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE