Li Îranê êrîşa biçek

Di merasîma leşkerî de gule bi ser protokolê û temaşevanan de reşandin

Li bajarê ahvaza Îranê, di merasîma leşkerî de bi çekan êrîşî protokolê û temaşevanan kirin. 24 leşkerên parazvanên şoreşê mirin, 53 kes jî birîndar bûn.

Televizyona dewletê ya Îranê eşkere kir ku li bajarê Ahvazê, di merasîma leşkerî ya Hefteya Parastina Pîroz de êrîşeke terorî hat kirin.

Kesên biçek di merasîmê de gule bi ser haziran de reşandin.

24 leşkerên muhafizên şoreşê mirin, 53 kes jî birîndar bûn.

Li gorî ajansa fermî ya îranê ÎRNAyê, 4 êrîşkar hatin kuştin.

Dîroka nûkirinê: 22 îlon 2018, 13:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE