Li Îranê êrîşa xwekujiyê: 27 kuştî

Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, di êrîşê de heta nuha 27 kes mirine û herî kêm 13 kes jî birîndar bûne.

Li Îranê êrîşa xwekujiyê: 27 kuştî

Hat ragihandin ku li Îranê di êrîşa xwekujiyê de ya dijî otobusa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ku 27 esker tê de mirine, bi wesayiteke bombarkirî hatiye lidarxistin.

Li gorî daxuyaniya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ya derbarê êrîşê di êrîşa ku bi wesayiteke bombarkirî hatiye lidarxistin, otobusa ku pasdarên girêdayê Hêza Qudsê kirine armanc.

Li gorî nûçeya IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, di êrîşê de heta nuha 27 kes mirine û herî kêm 13 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina bi navê "Ceyşul Edil" ku êrîş girtiye sitûyê xwe îdia kir ku her 40 eskerên di otobosê de hatine kuştin. Piştî vê daxuyaniya rêxistinê rayedarên Îranê hê daxuyanî nedane.

Ceyşul Edil a ku Îranê ew weke rêxistina terorî îlan kiriye, bi îdaya ku mafê gelê Belûç diparêzê şerê çekdarî li dijî rêveberiya Tehranê diajo.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2019, 08:59
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE