Li Îranê trêna rêwiyan ji rayê derket: Hejmara miriyan zêde bû

Rehîmî diyar kir, îro serê sibehê çar vagonên trêna Meşhed-Yezdê li nêzîkî rawestgeha Tabasê ji rayê derketin.

Li Îranê trêna rêwiyan ji rayê derket: Hejmara miriyan zêde bû

Li Îranê trêna rêwiyan a di sefera Meşhed û Yezdê da ji rayê derket û di encamê da 21 kes mirin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Rêhesinên Îranê ragihand, îro sibehê trêna rêwiyan a Meşhed-Yezdê li nêzîkî rawestgeha Tabasê li ekskavatorê qelibî û ji rayê derket.

Teşkîlata Rewşa Bilez a Yezdê jî diyar kir ku di qezayê da heta niha 21 kes mirin, 47 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Walîtiya Xoresana Başûr jî ragihand, ji 11 vagonan 8 jê ji rayê derketin, 3 vagon welgeriyan, xebatên xilaskirinê jî bi dawî bûn.

Hat ragihandin, hejmara rêwiyên trênê 348 e.

.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE