Li Îranê vê hefteyê nimêja înê ew ê neyê kirin

Li gor biryara konseyê biryara ji bo nimêja înê ya li navçeyan jî ew ê bi destê nûnerên Weliyê Feqîh (Elî Xameneyê serokê Îranê), walî û midûrên tenduristiya eyaletan were dayîn.

Li Îranê vê hefteyê nimêja înê ew ê neyê kirin

 Li Îranê di daxuyaniya nivîskî ya Konseya Eşkerekirina Polîtîkaya Melayên Înê da wiha hat gotin: "Li gor biryara Navenda Pêşîlêbirîn û Têkoşîna Koronayê vê hefteyê nimêja înê ya li hemû eyaletan hat betalkirin."

Li gor biryara konseyê biryara ji bo nimêja înê ya li navçeyan jî ew ê bi destê nûnerên Weliyê Feqîh (Elî Xameneyê serokê Îranê), walî û midûrên tenduristiya eyaletan were dayîn.

Li welêt ev du hefte ye di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê da li navenda hemû eyaletan nimêja înê hatibû betalkirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê îro diyar kir ku hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê mirin derkete 1135an û hejmara nexweşan jî derkete 17 hezar û 361ê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE