Li Îranê xwepêşana li dijî Emerîkayê

Di salvegera îşgalkirina Sefareta Îranê de gel daket kolanan

Li Îranê xwepêşana li dijî Emerîkayê

Li Tehrana paytextê Îranê, bi hezaran kes daketin kolanan, Emerîka protesto kirin. Çalakvan, ji bo 39emîn salvegera îşgalkırına sefareta Îranê ya li Emerîkayê hatin ba hev.

Li Tehranê bi hezaran kes daketin kolanan. Bi gotinên “Nalet li Emerîkayê be” û “Isarîl bimire” ew protesto kirin.

Di 39emîn salvegara îşgalkirina Sefareta Îranê ya li Emerîkayê de nimayîş hatin lidarxistin. Bi hezaran kes li Tehranê kom bûn.

Ji ber sepandina kirdariyan bertek nîşanî rêvebiriya Emerîkayê dan. Xwepeşandaran li dijî Emerîkayê diruşm hildan.

Bi hezaran xwendekarên Îranî yên li dijî rejîma Şah, di 4ê Mijdara 1979an de avêtibûn ser Sefareta Emerîkayê.

Çalakvanan ji wan 65 Emerîkî, bi tevahî 90 kes rehîn girtin.Her wiha çalakvanan pîştî 2 heftayan 38 kes berdan, 52 rehîne jî 444 rojan di destê wan de man.

Dîroka nûkirinê: 04 Mijdar 2018, 15:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE