Li Îranê yekê wan doxtor 3 kesên din jî bi "Kovîd-19"ê ketin

Piştî ku li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber koronavîrusa tîpa teze mirin di yekê wan doxton 3 kesên din da jî vîrus hat tesbîtkirin.

Li Îranê yekê wan doxtor 3 kesên din jî bi "Kovîd-19"ê ketin

Piştî ku li Quma bajarê Îranê 2 kes ji ber koronavîrusa tîpa teze mirin di yekê wan doxton 3 kesên din da jî vîrus hat tesbîtkirin.

Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku li Qumê 2 li Arakê jî kesekê welatiyên Îranê hatin dermankirin û hersê kesan da jî vîrus hat dîtin.

Cîhanpur wiha got: "Di 3 kesên li nexweşxaneyan tên dermankirin da Kovîd-19 hat tesbîtkirin. Hejmara kesên hat tesbîtkirin bi wan ra Kovîd-19 heye derkete 5an."

Cîhanpur destnîşan kir ku nexweşê li Arakê hat tesbîtkirin doxtor e û ji Qumê hatiye vê derê, hemû nexweş hildan karantînayê.

- Li Îranê ji ber koronavîrusê 2 mirî

Li Îranê cara ewil do Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin. Kiyanuş Cîhanpurê Berpirsyarê Têkiliyên Gel a Wezareta Tenduristiyê diyar kiribû ku li Quma bajarê Îranê di testa 2 nexweşên neksa wan girtibû da hat tesbîtkirin ku bi Kovîd-19ê ketine û herdu welatî mirin.

Televizyona dewletê ya Îranê jî ragihand ku herdu kesên mirin neçûne Çînê û li Îranê jiyana xwe domandine.

Cara ewil di 12ê berfanbara 2019an da li Vuhana navçeya Hubeya eyaleta Çînê Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin û di demeke kin da li bajar û welatên din belav bibû. Li ser vê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê "rewşa acil" îlan kiribû. Li dinyayê hejmara kesên bi nexweşiyê ketin ji 75 hezar û 700î derbas bû, hetanî nika 2 hezar û 128 kes jî ji ber Kovîd-19ê mirin.

Dîroka nûkirinê: 20 Çile 2020, 15:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE