Li Îranê zarokekî 6 salî ji ber vîrusa koronayê mir

Li eyaleta Xoresana Bakur heta niha di 189 kesan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.

Li Îranê zarokekî 6 salî ji ber vîrusa koronayê mir

Li gor daxuyaniya Zanîngeha Tenduristiyê ya Xoresana Bakur a Îranê li eyaleta Xoresana Bakur heta niha di 189 kesan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tespîtkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ji van nexweşan 19 kes mirine ku di nav wan da zarokekî 6 salî jî heye.

Hat gotin 99 kesên tedawî bûn jî ji nexweşxaneyê derketin.

- Nexweşê herî biçûk 3 salî ye

Her çiqas bê gotin vîrusa koronayê nagihêje zarokan jî, doxtor hişyariyê didin û dibêjin ev nexweşî dikare bigihêje zarokan jî. Doxtor dibêjin ev nexweşî dikare zarok û ciwanên pergala wan a parastinê ne xurt e bikuje jî.

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê daxuyandibû nîvendiya temenê kesên ji ber vê nexweşiyê dimirin 67, nîvendiya temenê kesên bi vê nexweşiyê dikevin jî 54 e û diyar kiribû nexweşê herî biçûk jî zarokekî 3 salî yê ku nexweşiya losemiyê jî bi wî ra heye.

Li Îranê 8 hezar û 376 kes baş bûn û ji nexweşxaneyan derketin.

Piştî Çîn û Îtalyayê herî zêde mirov li Îranê ji ber vê nexweşiyê dimirin. Cara ewil di 19ê Sibatê da li bajarê Qumê ev nexweşî hatibû tespîtkirin û paşê belavî hemû eyaletan bûbû.

Şewb gihîştiye 23 hezarî zêdetir mirovan, 1812 kes jî ji ber wê mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE