Li Îrane hejmara mirinên ji ber koronayê çiqas e?

Li Îranê di 24 saetan da 121 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Li Îrane hejmara mirinên ji ber koronayê çiqas e?

Li Îranê di 24 saetan da hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 121 zêde bû û derket 9 hezar û 863 kesan.

Sîma Sadat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da li welêt 121 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 2 hezar û 445 kesên din jî bi vîrusê ketin.

Lariyê destnîşan kir ku hejmara miriyan derket 9 hezar û 863 kesan, hejmara pêketiyan jî derket 209 hezar û 970 kesan.

Berdevk Lariyê got ku rewşa 2 hezar û 846 nexweşan giran e, hetanî niha 169 hezar û 160 kes jî baş bûn û çûn malên xwe.

Lariyê diyar kir ku hetanî nika milyonek û 475 hezar û 331 test hatin kirin.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku xêncî Xuzistanê, li Hurmuzgan û Azerbeycana Rojava hejmara nexweşên li nexweşxaneyan ji eyaletên din zêdetir e.

Ji bilî vê Lariyê got li Huzistanê hejmara miriyan kêm bûye, li eyaleta Farsê hejmara nexweşên li nexweşxaneyê tên razandin zêde bûye, li Kirman, Gulistan, Buşehr û Hemedanê jî hejmara nexweşan kêm bûye.

Li Îranê cara ewil di 19ê sibatê da li Qûmê nexweşê Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE