Li Resûleynê teqîn: 4 kuştî

Li Resûleynê teqîn: 4 kuştî

Li navçeya Resûleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji YPG/PKKya rêxistina terorê hat paqijkirin, teqîn çêbû û 2 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl birîndar bûn.

Li navçeya Resûleynê ku li hemberî Ceylanpinara navçeya Şanliurfayê ye di nav sînorên Sûriyeyê da ye, li gor saeta Tirkiyeyê dora 01.00î ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, teqîn çêbû.

Li gor rayedarên nexweşxaneya li Resûleynê, di teqînê da 2 jê zarok 4 sivîl hatin kuştin, 9 sivîl birîndar bûn.

Birîndar neqlî nexweşxaneya navenda navçeyê kirin ku werin tedawîkirin.

Di mala ku teqîn tê da çêbû da xesareke madî çêbû, hêzên asayîşê derbarê sedema teqînê da tedqîqat da destpêkirin.

Navçeyên Til Ebyad û Resûleynê di cotmeha 2019ê da bi Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê kir va ji dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê hatibû xelaskirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE