Li Resulaynê Noel hat pîrozkirin

Piştî ku Resulayn bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin cara ewil Noel lê hat pîrozkirin

Li Resulaynê Noel hat pîrozkirin

 Li Resuleyna Suriyeyê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqijkirin, Mesîhiyan Cejna Noelê pîroz kir.

Mesîhî li Dêra Ortodoks a Suryaniyan civiyan.

Beriya pîrozkirinê welatiyên Suryanî û Ermenî dêrên navenda bajêr bi darên çamê va xemilandin. Di pîrozkirina noelê da jî find vê xistin û dia kirin.

Ji şêniyên Resûleynê Ziyad Mûsa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Me îro ji bo Cejna Noelê li Dêra Ortodoks a Suryanî ya Resulaynê ayîn kir. Me rojbûna Îsa bi ayînan pîroz kir. Me ayîna xwe di nav hizûr û ewlehiyê da kir. Şikir ji Xwedê ra em li gor dînê xwe dijîn û kes ji me ra astengiyê dernaxe."

Mûsa wiha axivî: "Ez pir spasdarê dewleta Tirk û Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê (ANS) me ku girîngiyê didin ewlehî û îbadetên me. Bi heman awayî spasdarê birayên me yên Misilman im ku cejna me pîroz kirin."

Ji welatiyên Suryanî Enam Mûsa jî got ku êdî li Resulaynê ewlehî heye, ew dikarin di nav ewlehiyê da dînê xwe bijîn û bangî sivîlên ku ji Resulaynê çûne kir ku vegerin.

YPG/PKK, kiliseleri, karargah ve mühimmat deposu olarak kullanmıştı. Rasulayn, Türk Silahlı Kuvvetleri ve SMO tarafından YPG/PKK işgalinden 12 Ekim'de kurtarılmıştı.

YPG/PKKyê dêr wek biryargeh û depoyên muhîmatê xebitandibûn. Artêşa Tirkiyeyê û ANSyê di 12ê cotmehê da Resulayn ji dagirkirina YPG/PKKyê xelas kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Kanûn 2019, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE