Li Resuleyna navçeya li bakurê Sûriyeyê ya di kontrola mixalifên eskerî da wesayîta bombebarkirî êrîşî ciyê kontrolê yê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) kir, di êrîşê da 2 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Til Ceneba gundê Mebrukeya bajaroka li başûrê Resuleynê bi wesayîta bombebarkirî êrîşa terorê birin ser ciyê kontrolê yê ANSyê.
Di êrîşê da ji ANSyê 2 esker hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Aqubeta ajokarê wesayîta bombebarkirî nayê zanîn.
Hêzên ewlekariya herêmî ji bo bûyerê lêkolîn dan destpêkirin, li ser îhtimala dibe ku YPG/PKKya rêxistina terorê êrîş kiribe disekinin.
Resuleyna li bakurê Sûriyeyê di 12ê cotmeha 2019an da bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatibû safîkirin.AA