Li Kirmanşaha eyaleta li rojavayê Îranê erd bi lerza 5,1ê hejiya.
Navenda Sîsmolojiyê ya Zanîngeha Tehranê diyar kir ku di saet 14.58an da li Ezguleya bajarê Kirmanşaha eyaleta Îranê ya li nêzî sînorê Iraqê erd bi lerza 5,1ê hejiya.
Hat diyarkirin ku erdhej 8 kîlomêtre di binê erdê da çêbû û hê nayê zanîn ku gelo tiştek bi tu kesî hat yan na.