Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarê Wan û Mûşê ji ber şertên neyênî yên hewayê rêyên 7 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê da hat ragihandin ku di encama barîna berfê da li navçeya Başkaleyê rêyên 3 gundan hatin girtin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku ji bo vekirina rêyan ekîb xebatên xwe didomînin û li deverên çiyayî şertên giran ên hewayê berdewam in.
Mûş û Bidlîs
Li Mûşê ji ber barîna berfê rêyên 4 gundan girtî ne. Herwiha xebatên vekirina rêyan berdewam in.
Piştî barîna berfê li bajêr sir û serma berdewam e ku ji ber sermayê jî darên qirawîgirtî dîmenên xweşik derxistin holê.
Li bajarê Bidlîsê jî rêyên 193 gundan ku ji ber berf û bagerê hatibûn girtin, di encama xebatên ekîban da vebûn.AA