Li rojhilatê Feratê dewriyeya bejahiyê ya hevpar dest pê kir

Li Sûriyeyê rojhilatê Feratê di çarçoveya herêma biewle da dewriyeya bejayî ya hevpar ya ewil a ku wê ji hêla eskerên Tirk û Amerîkî va bihata kirin, dest pê kir

Li rojhilatê Feratê dewriyeya bejahiyê ya hevpar dest pê kir

Li Sûriyeyê li rojhilatê Feratê di çarçoveya herêma biewle da dewriyeya bejayî ya hevpar ya ku wê ji hêla Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê va bihata kirin, dest pê kir.

Konvoya TSKyê ya ji 6 wesayîtên bizirx pêk tê û alaya Tirkiyeyê li ser e 30 kîlomêtro rojhilatê Akçakaleya navçeya Şanliurfayê ji bo ku beşdarî dewriyeya bejayî ya hevpar bibe sînor derbas bû û hat li cem konvoya eskerî ya Amerîkayê.

Hêzên TSK û Amerîkayê wê li çol û bestên Telabyadê ber bi başûr va herin. Tê texmînkirin dewriye wê heta nîvro dewam bike.

Ji hêla din gelek xebatkarên çapemeniyê li ser sînor geşedanan dişopînin.

Bi Amerîkayê ra dewriyeya hevpar

Wezareta Parastina Neteweyî diyar kir ku Artêşa Tirkiyeyê û Hêzên Çekdar ên Amerîkayê bi hev ra dest bi dewriyeya bejayê ewil kir.

Di daxuyaniya Wezaretê ra wiha hat gotin:

"Li bakurê Sûriyeyê û li rojhilata Feratê di çarçoveya fealiyetên tesîskirina herêma ewle da Artêşa Tirkiyeyê û personelên eskerî yên Amerîkayê, bi wesayîtên bejayê, Wesayîtên Esmanî yên Bêmirov (ÎHA) va li başûrê navçeya Akçakaleyê yê Şanliurfayê, li aliyê Sûriyeyê bi hev ra dest bi dewriyeya bejayê ya ewil kirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE