Firîna helîkopterê ya hevbeş a çaremîn ku Unsûrên Hêzên Çekdar ên Tirk û yên Hêzên Çekdar ên Amerîkayê li Sûriyeyê di çarçoveya sepanên qonaxa yekemîn a navçeya aram a li Rojhilatê Feratê da dan destpêkirin, temam bû.
Liv û tevgera asîmanî ya li Navenda Tevgera Hevbeş a Yekbûyî ku li Akçakaleya navçeya Rihayê ye bi dawî bû.
Herdu helîkopterên Hêzên Çekdarên Tirk vegeriyan ciyê xwe yê li navçeyê û herdu helîkopterên unsûrên Amerîkayî jî li aliyê Sûriyeyê man.
Helîkopter li aliyê Sûriyeyê li ser sînor qedera saetekê firîn.
Unsûrên Tirk û Amerîkayî berî niha jî 3 caran firîna helîkopterê ya hevbeş û carekê jî dewriyeya bejayî kiribûn.
AA