Li Rojhilatê firatê jiyaneke aram dest pê kir

Gelê Tel Abyadê ku vegeriya mala xwe ji halê xwe razî ye...

Li Rojhilatê firatê jiyaneke aram dest pê kir

Mihacirî û Penaberiya sûrîyeyîyan bi operasyona kaniya aştiyê hêdî hêdî bi dawî dibe. Bajarê Til Ebyadê ji terorîstên pkk/ypgê hat paqijkirin. niha ereb, kurd û tirkmen vedigerin ser axa xwe. Heta niha 27 hezar kes vegeriyan bajarê grê spî.

Akçakale û Til Ebyad mîna 2 taxan bûn. Lê bi peymana Lozanê gelê herêmê ji hev hatin qetandin.

Ji xeynê rejîma Esed, xelkê Grê Spî ji rêxistinên terorî DEAŞ û PKK/YPGê pir êş û elem kişand.

Zilm û zordariya terorîstan bi Hereketa Kaniya Aştiyê bi dawî bû. Artêşa Tirk bajarê Til Ebyadê ji PKK/YPGê rizgar kir û li wirê jiyaneke nû dest pê kir.

Di bin kontrola eskerên Tirkiyê de hizur hat kuçeyên Grê Spî. Li bajar jiyana rojane bi asayî dewam dike û zarok li kûçeyan, ciwan li qadan futbolê dileyîzên.

Sûriyeyiyên ku ev çend sal in li dûrî axa bav û kalên xwe bûn, piştî herêm ji rêxistina terorê hat paqijkirin cardin vegeriyan ser warên xwe.

Rêxistinên terorî zirar dane malbatên kurd jî.

Malbatên ku ji ber pevçûnan koç kirine niha vedigerin Til Ebyadê.

Sûriyeyî bi hatina Tirkiyeyê kêfxweş bûn ûdibêjin pêşiya me ronahiye.

Dîroka nûkirinê: 29 Mijdar 2019, 17:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE