Li Îrpîna nêzîkî Kîevê texliyeya sivîlan

Li Îrpîna nêzîkî Kîevê di nava şer û pevçûnan da hewl tê dayîn ku sivîl bên texliyekirin

Li Îrpîna nêzîkî Kîevê texliyeya sivîlan

Hêzên Ukraynayê li Îrpîna nêzîkî paytext Kîevê di nava şer û pevçûnên digel hêzên Ûris da hewl didin sivîlan texliye bikin.

Li Îrpîna nêzîkî Kîevê ya ku ciyekî stratejîk e, şerê di navbera hêzên Ukraynayê û yên Ûris da didome.

Ji ber pevçûnan li herêmê teqînên mezin çêdibin.

Li herêma ku dûman ji ber şer û pevçûnan quloz dibe, hewl tê dayîn ku sivîl bên texliyekirin.

Sivîlên ku di navê da gelek zarok û her wiha kalemêr û pîrejin hene, ji bo ku ji şer û pevçûnan birevin, malên xwe diterikînin û tevî çend alavên ku hildidin cem xwe, hewl didin herin Kîevê.

Hêzên Ukraynayê jî ji bo texliyekirina Îrpîniyan hewleke mezin didin.

Îvan Kaşîrskiy yê ji pevçûnan revî û hat nêzîkî Kîevê, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li Îrpînê rewş pir xirab e.

Kaşîrskiy destnîşan kir ku ew bi alîkariya hêzên Ukraynayê hatin texliyekirin û wiha got, "Ne ceyrana me ne jî ava me heye. Xetên têlefonê naxebitin. Me rahêşt alavên xwe û em ji pirê derbas bûn."

Kaşîrsiy bal kişand ku wan li Îrpînê rojên dijwar derbas kirin û wiha axivî, "Li herêma mala me lê ye, herêmeke eskerî tuneye, lê bombe dikevin. Em îşev ranezan. Teqînên mezin çêdibûn, em di korîdorê da man, rewş pir xerab bû."

Kaşîrskiy got ku diya wî, hin eqrebayên wî derbasî Polonyayê bûn, ew bi xwe jî ew ê çend rojan li Kîevê bimîne û li gorî rewşê jî dê biryarê bide ka dê çi bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE