Li herêma Tumena Rûsyayê agir bi malekî ket û 11 kes mirin.
Li gor nûçeya ku ajansa nûçeyan a TASS a Ûris dispêre Wezareta Rewşên Acil li gundê Prîçulimskiyê ya ser herêma Tumenê bişev agir bi mala karkerên daristanê lê diman, ket.
Ji ber agirê ku sedem nayê zanîn çawa derket welatiyên Ozbekistanê jî tev 11 kesî can da.
Hêzên ewlehiyê der barê bûyerê da jêpirsîn dan destpêkirin.