Li herêma Ryazanê ya Rûsyayê balafireke tîpa "Îl-76"ê ket û 4 kesê tê da mirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, balafira bi tîpa "Îl-76"ê li herêma Ryazanê di firîna perwerdeyê da wextê danînê hişk li erdê ket.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku qismekî balafirê xerab bû û motora wê erize da.
Hat gotin ku di balafirê da 10 kes hebûn, li gor tesbîta ewil di qezayê da 4 kes mirin, 5 kes birîndar bûn.