Li Rûsyayê bi hezaran kes ji ber girtina Navalniy protesto bikin daketin kolanan

Ji hêla din va piştî ku Navalniy şandin girtîgehê ji ser qanala Youtubê ji alî ekîba wî va vîdeoyeke bi navê "Ji bo Putîn qesr: Dîroka bertîla herî mezin" hat weşandin û nêzî 70 milyon carî jî hat temaşekirin.

Li Rûsyayê bi hezaran kes ji ber girtina Navalniy protesto bikin daketin kolanan

Li Rûsyayê bi hezaran kes ji bo berdana Aleksey Navalniyê muxalifê Ûris çalakiyan li dar dixin. 

Di çalakiyên li gelek bajarên Rûsyayê hatin kirin da bi hezaran kes beşdar bûn û di ya li paytext Moskovayê hat kirin da ji 3 hezarî zêdetir kes hebûn.

Car caran polês li hemberî çalakvanan tund tevgeriya û li seranserê welêt gelek kes ji ber heman çalakiyan hatin binçavkirin.

Ji hêla din va piştî ku Navalniy şandin girtîgehê ji ser qanala Youtubê ji alî ekîba wî va vîdeoyeke bi navê "Ji bo Putîn qesr: Dîroka bertîla herî mezin" hat weşandin û nêzî 70 milyon carî jî hat temaşekirin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî di daxuyaniya duh da got ku ew protestoyên ji bo piştevaniya Navalniy tên kirin "dereqanûnî ne" û nayên qebûlkirin.

- Girtina Navalniy

Aleksey Navalniy di 20ê Tebaxa 2020î da dema ji bajarê Tomskê diçû Moskovayê di balafirgehê da aciz bûbû û li bajarê Omskê ji balafirê peya bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyekê.

Hatibû îdiakirin jehr xistina çaya Navalniy û ji ber wê ew aciz bûye.

Navalniyê 44 salî mixalifê Kremlînê ye, di 22yê Tebaxa 2020î da ji Omskê bi balafireke taybet ew biribûn Nexweşxaneya Charîteyê ya li Berlînê.

Ew çawa ku ji Almanyayê zivirîbû li balafirgeha Moskovayê di 17ê çileya paşîn da hatibû binçavkirin.

Li navenda polêsan a navçeya Himkî ya Moskovayê dadgeh hat damezrandin û ji bo Navalniy bi hinceta "Ji 29ê Berfanbara 2020î vir va bi dehan carî serbestiya xwe ya biçavdêrî binpê kiriye" doz hat kirin.

Lijneya Dadgeha Herêmî ya Hîmkînskiyê biryar da ku bila Navalniyê muxalifê Kremlînê ye heta 15ê Sibatê qasî 30 rojî girtî bimîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE