Li Rûsyayê di protestoyên ku ji bo berdana mixalifê Rûs Aleksey Navalny yê girtî didomin da li gorî amarên nefermî 1643 kes hatin binçavkirin.
Li gelek bajarên Rûsyayê, digel tedbîrên zêde yên polêsan, bi hezaran kesên ku piraniya wan xwendekarên lîse û zanîngehê ne, beşdarî xwepêşandanên bêdestûr dibin.
Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên li welêt, di xwepêşandanan da 338 jê li Moskovayê, 1643 kes hatin binçavkirin.
Di xwepêşandanan da jina Navalny, Yuliya Navalnaya jî hat binçavkirin.
Hin xwepêşandêrên ku li nêzîkî Girtîgeha Matrosskaya Tîşînayê ya ku Aleksey Navalny tê da girtî ye kom bûn, li dijî hikûmetê diruşman berz dikin.
AA