Li Rûsyayê ji destpêka şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) vir va bi pêketina 40 hezar û 993 kesan va hejmara herî bilind a rojane hat qeydkirin.
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Rêgiriyê ya Enfeksiyona Vîrusa Koronayê, li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin, 1158 zêde bû û derket 238 hezar û 538an, ya kesên baş bûn jî 27 hezar û 115 zêde bû û derket 7 milyon û 358 hezar û 539an.
Di nava 24 saetan da bi pêketina 40 hezar û 993 kesan va ji destpêka şewbê vir va hejmara herî bilind a rojane hat qeydkirin. Bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyan derket 8 milyon û 513 hear û 790î.
- Di cotmehê da hejmara pêketiyan timî zêde bû
Di 1ê Cotmehê da hejmara rojane ya pêketiyan wekî 24 hezar û 552, 10ê Cotmehê 28 hezar û 647, 20ê Cotmeh 34 hezar û 73 û 25ê Cotmehê jî wekî 37 hezar û 930 hatibû ragihandin.
Li paytext Moskovayê hejmara pêketiyan di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 603 zêde bû û derket milyonek û 817 hezar û 391ê, ya miriyan jî 94 zêde bû û derket 31 hezar û 342yan.
Hatibû ragihandin, li welatê ku nifûsê wê bi qasî 145 milyonî ye, zêdeyî 50 milyonî kes bi têkûzî hatin aşîkirin.
AA