Hikûmeta Rûsyayê lîsteya "welatên nedost" pesend kir.
Di daxuyaniya hikûmeta Rûs da hat diyarkirin, lîsteya welatên ku li dijî şîrket û welatiyên wan gavên nedost avêtin, hat pesendkirin.
Di lîsteya pesendkirî da Amerîka, welatên Yekîtiya Ewropayê, Qraltiya Yekbûyî, Koreya Başûr, Japonya, Ukrayna, Swîsre, Sîngapur û 15 welatên din ên ku li dijî Rûsyayê mueyîde sepandin, hene.
Bi biryarnameya ku 5ê Adarê bi destê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn hatibû îmzekirin va ji şîrketên Ûris ra îzin hatibû dayîn ku deynê xwe yê ji şîrketên li welatên nedost ra bi cinsê rûble bidin.AA