Li Rûsyayê şewata li nexweşxaneyê: 5 mirî

Li Rûsyayê li nexweşxaneya ku nexweşên Kovîd-19ê tên tadawîkirin şewat: 5 mirî

Li Rûsyayê şewata li nexweşxaneyê: 5 mirî

 Li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê li nexweşxaneya ku nexweşên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) tên tadawîkirin şewat derket û 5 kes mirin. 

Li gorî ajansa nûçeyan a Ûris TASSê, li St. Petersburgê di qata 6emîn a Nexweşxaneya Ezîz Yorgî ku lê nexweşên Kovîd-19ê tên tedawîkirin da şewat derket.

Di şewatê da 5 nexweşên girêdayî cîhaza bêhnê mirin.

Hat destnîşankirin ku 150 kesên di nexweşxaneyê da hatin derxistin û şewat jî hat kontrolkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku der heqê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin û li gorî encamên destpêkê, cîhaza bêhnê ya ku erize da bû sedema şewatê.

Li bajarê Krasnogorsk ê Rûsyayê du roj berê di mala xweyîkirina nexweşên nava nivînan da şewat derketibû û 9 kes miribûn.

Hefteya çûyî li paytext Moskovayê jî li nexweşxaneya ku nexweşên Kovîd-19ê tên dermankirin şewat derketibû û kesek miribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE