Li Rûsyayê teşebûsa revandina balafirê

Balafirekî ku ji Surguta bajarê Rûsyayê diçû Moskovayê ji ber teşebûsa revandina kesekî çekdar acîl danî.

Li Rûsyayê teşebûsa revandina balafirê

Hat ragihandin balafirekî ku ji Surguta bajarê Rûsyayê diçû Moskovayê ji ber teşebûsa revandina kesekî çekdar acîl danî.

Li gor agahiyên ku di çapemeniya Ûris de cî girt rêwiyeke çekdar xwest balafira bi nimreya seferê ya SU 1515 a fîrmaya Aeroflot a ku sefera Surgut-Moskovayê dikir û bi saeta herêmî di 14.55an de hereket kir biçe Efxanistanê.

Balafir diviya ku li Balafirgeha Şeremetyevoyê ya li Moskovayê danê lê li ser vê bûyerê bi awayekî acîl li balafirgeha Hanti-Mansiyskê danî.

Rayedaran hêj der barê mijarê de daxuyaniyeke fermî nedan.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Çile 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE