Li Rûsyayê xwepêşandanên aştîxwazan didomin

Li Rûsyayê xwepêşandanên aştîxwazan didomin

Li Rûsyayê bi sedan xwepêşandêrên dixwazin şerê Ukrayayê were rawestandin û aştî pêk were, derketin kolanan.

Li paytext Moskovayê û li bajarê St. Petersburgê bi sedan kes beşdarî xwepêşandanên bêdestûr bûn ku li dijî êrîşa Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê tên lidarxistin.

Li bajarê St. Petersburgê qelebalixa ku li ser Kolana Nevskiy kom bû, pankartên dijî şer vekirin û her wiha durişmên dijî şer berz kirin.

Bi heman awayî xwepêşandêrên ku li Moskovayê jî daketin qadan bangî rêveberiya Rûs kirin ku şer rawestînin û aştiyê pêk bînin.

Polêsan jî xwepêşandêr hişyar kirin ku xwepêşadan bêdestûr in û bi tundî midaxeleyî xwepêşandêran kirin.

Hat destnîşankirin di xwepêşandanan da zêdeyî 260 kesî hatin binçavkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE