Li Saraybosnayê çalakiya "Selam ya Resûlallah" dest pê kir

Li Saraybosnayê çalakiya "Selam ya Resûlallah" ku her sal bi minasebeta rojbûna Hz. Mihemed tê lidarxistin, dest pê kir

Li Saraybosnayê çalakiya "Selam ya Resûlallah" dest pê kir

Li paytextê Bosna Hersekê Saraybosnayê çalakiya "Selam ya Resûlallah" ku her sal bi minasebeta rojbûna Hz. Mihemed wekî kevneşopî tê lidarxistin, dest pê kir.

Gelek dawetî beşdarî bernameya destpêkirina çalakiya ku bi destê Meclisa Yekîtiya Îslamî ya Saraybosnayê bi vê salê va ji bo cara 15emîn li Mizgefta Xazî Xusrew Beg tê lidarxistin bûn.

Sermelayê Meclisa Yekîtiya Îslamî ya Saraybosnayê Kenan Music ku di destpêka çalakiyê da axaftinek kir, diyar kir ku îsal wan ayeta "Ez ji dayîka xwe ra kirim rêzdar" a Sûreta Meryemê ji xwe ra wekî durişm hilbijart.

Di çarçoveya çalakiyê da heya 27ê mijdarê Saraybosna di serî da li gelek bajarên welêt dê bernameyên wekî konserên xwendina îlahiyan, danasînên pirtûkan, pêşangeh û mewlûd bên lidarxistin.

AA

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 17:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE