Li Sûdanê artêşê dora têlevîzyon û radyoya dewletê girt

Li Sûdanê artêşê dora têlevîzyon û radyoya dewletê girt û esker ketin hindur

Li Sûdanê artêşê dora têlevîzyon û radyoya dewletê girt

Li Sûdanê artêşê dora têlevîzyon û radyoya dewletê girt û esker ketin hindur.

Tê dîtin ku di kuçeyan da mensûbên Hêzên Piştgiriyê yên Lezgîn ku girêdayî esker û artêşê ne, bi cih bûne.

Ji destê sibê pê va di têlevîzyon û radyoya dewletê da sirûd û stranên neteweyî didin temaşekirin û guhdarkirin, di jêrenivîsa têlevîzyonê da tê gotin ku artêş wê di nav demeke kin da daxuyaniyeke girîng bide.

Şahid dibêjin ku artêşê li paytext Hartûmê dora avahiya Qesra Serokomariyê jî girtiye.

Ji aliyekî din va li ser bangewaziya Odeyên Pîşeyan ên Sûdana Muxalif (SPA) bi hezaran Sûdanî li paytextê ber bi biryargeha artêşê ya neteweyî va dimeşin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE