Li Sûdanê di şerê qebîleyan da 10 kes hatin kuştin

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûdanê SUNAyê, li herêma Seraf Omra a eyaleta Darfûra Bakur, di navbera qebîleyên Fûr û Tamayê da nakokiya li ser zeviyan û ya li ser seroktiyê, vegerand şer û pevçûnê. 

Li Sûdanê di şerê qebîleyan da 10 kes hatin kuştin

 Hat ragihandin, li eyaleta Darfûra Bakur a Sûdanê di şerê du qebîleyan da 10 kes hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya nûçeyan a Sûdanê SUNAyê, li herêma Seraf Omra a eyaleta Darfûra Bakur, di navbera qebîleyên Fûr û Tamayê da nakokiya li ser zeviyan û ya li ser seroktiyê, vegerand şer û pevçûnê. 

Di şerê ku derket da 10 kes hatin kuştin, 32 kes jî birîndar bûn.

Li herêma ku hikûmetê qedexeya derketina derva ya berfireh ragihand û hêzên zêdetir şand, bûyer hatin kontrolkirin.

Her wisa birîndar bo nexweşxaneyan hatin veguhestin, qederek jî berşik hatin binçavkirin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji serê meha rêbendanê vir va ji ber şerên qebîleyên li Darfûrê herî kêm 250 kes hatin kuştin, 183 hezar kesî jî ji cih û warên xwe terikandin.

Qebîleyên li herêmê ji ber "pezçêrandin û nakokiya zeviyan" carinan şer dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE