Komîteya Doxtoran a Sûdanê ragihand, li paytext Xartûmê hêzên ewlehiyê roja duşemê pêşiya biryargeha artêşê midaxeleyî xwepêşandêran kir û hejmara kesên ku di vê midaxeleyê da hatin kuştin bi kesên ku îro di nexweşxaneyê da mirin va derket 60î.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya komîteyê hêzên ewlehiyê duşemê serê sibê li paytext Xartûmê pêşiya biryargeha artêşê midaxeleyî xwepêşandêran kir û paşê bi kesên ku mirin va hejmara miriyan derket 60î.
- Bûyerên li Sûdanê
Li Sûdanê di 19ê berfanbara 2018a da ji ber qeyrana aboriyê xwepêşanan dest pê kiribû. Ev xwepêşandan paşê li Xartûm û tevahiya welêt bûbûn çalakiyên dijî rejimê. Piştî van çalakiyan di 11ê nîsanê da artêşê dest dabû ser rêvebiriyê. Piştî daxuyaniya artêşê, heyama Omer el-Beşîr a 30 salan qediyabû.
Herwiha piştî ku artêşê rêveberî kir kontrola xwe, xwepêşandêran nerazîbûna xwe nîşan dan û rabûn ser piyan da ku rêveberî bikeve destê sivîlan. Ji bo tayînkirina vê pêvajoyê jî xwepêşandêran bi rêveberiya artêşê ra danûsitandin dikirin. AA