Li Sûdanê heyama waliyên sivîl dest pê kir

Serokwezîrê Sûdanê Evdila Hamdûk diyar kir ku ji bo 18 eyaletan waliyên sivîl hatin tayînkirin.

Li Sûdanê heyama waliyên sivîl dest pê kir

Serokwezîrê Sûdanê Evdila Hamdûk diyar kir ku ji bo 18 eyaletan waliyên sivîl hatin tayînkirin.

Hamdûk di civîna çapemeniyê ya li Serokwezîriyê kir da got ku piştî şoreşê di çarçoveya temamkirina rêxistinbûna sivîl, bicihanîna daxwazên komên şoreşger û hêzên siyasî da tayînkirina waliyên sivîl hat kirin.

Serokwezîr Hamdûk diyar kir ku piraniya waliyên sivîl ji nav kesên ku Hêzên Danezana Guherîn û Azadiyê (HDGA) li ser wan lihevkirin û Konseya Ewlehiyê jî pesend kir, hatin kifşkirin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Hamdûk got ku ev gav ji bo parastina îstiqrar û ewlehiya li Sûdanê gaveke girîng e.

2 jê jin 18 waliyên ku bi biryara hikûmetê va hatin tayînkirin di şûna waliyên eskerî da wê kar û baran birêva bibin.

Hamdûk û HDGAya ji komên muxalif ên dijî Beşîr in pêk tê di 23ê Hezîranê da ji bo lijneya wezîran bigûhere, Meclisa Qanûndanînê bê avakirin û waliyên sivîl bên tayînkirin da lihev kiribûn.

Li Sûdanê di 19ê berfanbara 2018an da ji ber bihabûnê çalakiyan dest pê kiribû û paşê li tevahiya welêt vegeriyabû dijayetiya rejimê. Artêşê di 11ê nîsana 2019an da midaxele kiribû û heyama Omer Beşîr a 30 salan bi dawî bibû. Di 21ê Tebaxa 2019an da jî rêveberiya bi şirîkatiya eskerî û sivîl a ku wê bi qasî 39 mehan dewam bikira dest pê kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE