Li Sûdanê hikûmet hat fesixkirin

Omer Beşîrê Serokomarê Sûdanê diyar kir ku hikûmet hat fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin...

Li Sûdanê hikûmet hat fesixkirin

Omer Beşîrê Serokomarê Sûdanê diyar kir ku hikûmet hat fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin.

Beşîr li Qesra Serokomariyê ya li Xartuma paytextê welêt daxuyanî da têlevizyona dewletê û diyar kir ku hikûmeta lihevkirina neteweyî û hikûmetên herêmî yên 18 eyaletan hatin fesxkirin û li welêt ji bo salekê rewşa derasayî hat îlankirin.

Serokê Sûdanê destnîşan kir ku artêşê li welêt û gel xweditiyê bike û biryarên werin dayîn jî ew ê ji nêz va bişopîne.

Beşîr ji bo diyalogê bangî hemû partiyên siyasî komên çekdar û ciwanan kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 09:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE