Li Sûdanê ji ber baranê 46 kes mirin

Li Sûdana barana gur barî û lehî rabû, di 2 hefteyên dawîn da ji ber lehiyê 46 kes mirin

Li Sûdanê ji ber baranê 46 kes mirin

Li Sûdana barana gur barî û lehî rabû, di 2 hefteyên dawîn da ji ber lehiyê 46 kes mirin.

Rayedarên Wezareta Tenduristiyê diyar kirin ku ji ber şiliya li tevahiyê welêt dibare li gelek ciyan lehî rabû û avê da ser wargehan, di 2 hefteyên dawîn da 46 kes di lehiyê da mirin.

Silêman Ebdilcebarê Wekîlê Wezîrê Tenduristiyê daxuyanî da SUNAya ajansa xeberan a fermî û diyar kir ku ji 18 eyaletên wan lehî li 16 eyaletan rabû hetanî vê gavê 9 hezar û 260 xaniyî zirar dît. Ebdilcebar destnîşan kir ku 595 xanî bi tevahî xirab bûn, ji 3 hezarî zêdetir xanî jî qismî zirar dîtin.

Ebdilcebar wiha axivî: "Hetanî nika hinekên wan di binê xaniyên tepbûyî da man, hinek bi ro da çûn, hinek ketin çalan bi tevahî 46 kes mirin.

Li Sûdanê ji serê tebaxê vir da şilî dibare. Par di heman heyamê da ji ber şilî û lehiyê 43 kes miribûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Tebax 2019, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE